H’emû nûçeSereke

Cîguhastinên bara, yên ji Çînistanê berbi Ermenîstanê kardarîya korîdora başûr îzbat kirin:IRU

Çiqla korîdora Rojhilat-Rojavayê mecalên cuda nava goveka cîguhastina barada pêşda tîne.Cîguhastina baraye nava van  20 rojên dawîda dide kifşê, wekî potênsîyala korîdora başûr mezine.Derheqa wê yekêda yekîtîya navneteweyî, ya transporta rîya nivîsîye.

Tenê 20 roj hatîye xwestinê ku bi rîya avtomobîla ji Şanhayê bar bi avtomaşînê bighînine paytexta Ermenîstanê-Yêrêvanê.

Avtomaşîna barbir ji Çînistanê derbazî Qazaxstanê bûye, paşê ji wêderêra çûye Qazaxstanê, Ûzbêkîstanê, Tirkmênistanê û Îranê.

Bona himberîhevkirinê, ji Şanhayê bi rêya behrê hetanî Ermenîstîanê ji 35 a hetanî 40 rojî dikişîne, heger ew bar bi îskela Îranêye Bandar Abasêra derbaz dibe, lê heger bi îskela gurcîye Potîyêra tê, dighîje 60-70 rojî.

Rûyê bûyarên gêopolîtîkîye dawîda, usa hatîye stendinê, wekî rêyên rojhilat-rojavayê û  çiqlên başûr bûne rêyên Çînistanê û Asîya Navîn, kîjan welatên Kafkasîyayê û Avropayêva didine girêdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button