Nobedarên rûsî ji “Zvartnots” ê derdikevin: protokol hatîye îmzekirin

Nûnerên servîsa nobedarîya sînor ya ewlekarîya Fêdêrasîya Rûsîyayê sînorê dewletê yê nuqteya kontrolê ya hewayî ya “Zvartnos” ê radestî parastina alîyên ermenî kirin.
Protokola bi îmzeya Êdgar Hûnanyan, fermandarê hêzên nobedarên sînor yên sêrvîsa ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê û gênêral-lêytênant Roman Golûbîskî, hat îmzekirin.
Di merasîma radestkirina fermî ya li nuqteya kontrolê ya hewayî ya “Zvartnots” ê ya Yêrêvanê de, serkirde û xebatkarên daîreya sînor ya sêrvîsa ewlekarîya Fêdêrasîya Rûsyayê û leşkerên sînor yên sêrvîsa ewlekarîya neteweyî ya Komara Ermenîstanê jî beşdar bûn.
Her wiha alîyên ermenî û rûsî li ser rewşa sînorê dewletê li derîyê asmanî yê “Zvartnos” ê agahî dan hev. Xwezaya wê sedemê dide fikirandin ku xeterî li ser ewlehîya sînorê Fêdêrasîya Rûsîyayê û Komara Ermenîstanê heye.
Her wiha xebatên ku ji sala 1992 a heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî parastina rêjîma sînorên dewletê hatine kirin, hatin kurtkirin.
Em lê zêde bikin ku nobedarên sînorê rûs li “Zvartnos” ê ya navbera Fêdêrasîya Rûsyayê û Komara Ermenîstanê bi cîh bûne. Li gora xala 8 a peymana 30 ê îlonê, ji bo berjewendîya pêkvejîyana hevgirtî ya hêzên parastina sînor yên Komara Ermenistanê.
Ji alîyê Rûsyayê ve hat ragîhandin ku beşa parastina sînor ya Fêdêrasîya Rûsyayê li Ermenîstanê bi awayekî fermî erka parastina sînorên dewleta Ermenîstanê li xala kontrolê ya hewayî “Zvartnos” ê radiwestîne. Bingeha wê sala 2024 a ya alîyê ermenî ye serlêdana jimare 5/894 k ya 1 ê adarê: kontrolkirina sînorê xala kontrolê ya hewayî “Zvartnos” ê sala 2024 a derbarê derbazbûna di bin kontrola alîyê ermenî de ji 1 ê tebaxê de.







