H’emû nûçeSereke
Wextê civîna navneteweyî, ya li Bekûyê wê merasîmên şahya nebin

Girêdayî civîna COP29 , ya konvênsîya guhartina kîlîmayê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, li paytexta Adirbêcanê-Bekûyê li rêstorana şahyên kifşkirî, yan hatine betalkirinê, yan jî hatine paşdaêxistinê.Derheqa wê yekêda çapemenîya azêrî dinivîse.
Nava van rojên dawîda, welatîya torên sosîyalîda nivîsîne, wekî wan rojên civînê îzinê nadin ku li wir şahî bêne derbazkirinê.
Cêrge rêstorana elam kirine, wekî ji 8 ê mijdarê hetanî 22 a pêşnîyarên wî cûreyî nayêne qebûlkirinê û şahyên ku wan roja hatine têradîtinê, rojên wan hatine guhartinê. Ew dibêjin,wekî ew yek hejmara welatîyên bîyanîva girêdayîye, yên ku gelekin û wê li Adirbêcanê beşdarî civînêbin.
Ji 11 a hetanî 22 ê mijdarê, li Bekûyê wê civîna COP29 pêk bê.







