DILIJAN WINE FEST wê cara sêyemîn li ser axa havîngeha Xancyanê bê lidarxistin
Fêstîvala DILIJAN WINE FEST 2024 wê li Dîlîcanê li ser axa havîngeha Agasî Xancyan ku bi piştgirîya komîtêya tûrîzmê ya Ermenîstanê tê organîzekirin di navbera 3-4 ê tebaxê de bê lidarxistin. Festîvala şerabê ev sala sêyemîn e ku li Dîlîjanê tê lidarxistin, lîsteya beşdaran berfirehtir dike.
“Vê carê me ji bo fêstîvala xwe hejmareke rêkor ya markayên ermenî kom kir. Zêdetirî 40 meyxane û xwaringeh wê mêvanan bi temên nû syûrprîz bikin. Di salên dawî de, çanda şerabê li Ermenîstanê bi lez pêş dikeve, her ku diçe bêtir balê dikişîne ser şerabên herêmî yên bi kalîte û celebên tirî yên bêhempa. Tîma me kêfxweş e ku beşdarî vê pêvajoyê dibe û beşdarî pêşvebirina wê dibe”,- Roman Orlenko, rêveberê fêstîvalan li TimeTo dibêje.
“Tûrîzma şerabê ji ber dîrok û çanda şerabê ya dewlemend ya welatê me, yek ji rêgezên bingehîn yên bazara geştîyariyê ya Ermenîstanê ye. Herêma Tavûşê yek ji 5 herêmên me yên berhemhênana şerabê ye û bi xêr hatî ku fêstîvaleke şerabê li vê herêmê jî tê sazkirin û tê de hem hezkirên şerabê yên ermenî û hem jî mêvanên me yên ji derveyî welat derfeta beşdarbûnê heye. Komîteya tûrîzmê ya neteweyî ya Ermenîstanê piştgirîyê dide vê însiyatîvê, ku ne tenê ji bo parastin û nirxandina nirxan, di heman demê de ji bo tûrîzma civakan û geşepêdana aborî ya herêmî ya birêkûpêk jî dibe alîkar”.
Mêvan dikarin pêşangeha şerabê, tamkirinê, boyaxkirina şerabê û merasîma pelçiqandina tirî ya kevneşopî kêf bikin. Organîzatorên festîvalê li hêviya zêdetirî 5 000 mêvanan in. Koma sereke ya bernameya muzîkê ya festîvalê îsal The Reincarnation Orchestra e.