H’emû nûçeSereke

Hukumatê kompanîya derdadayî, ya bi navê “Çêkirina ênêrgabloka atomîye nû” saz kirîye

Bi armanca serkarîkirina bernama çêkirina ênêrgabloka atomîye nû, kompanîya bi navê “ Çêkirina ênêrgabloka atomîye nû” saz kirîye.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda projeya civîna hukumatê ji alîyê wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyanda hatîye raberkirinê.

Li gorî wê projeyê têra tê dîtinê kompanîya nû sazkin, bona ku çêkirina ênêrgabloka atomîye nû bê serkarîkirinê.Armanc ewe, wekî piştî demambûna wedê stansîya atomî li rexda ênêrgabloka nû bê sazkirinê, ya ku wê xebata stansîya atomîye wî cûreyî berdewam bike.Bona ku ew şuxulkarî zêdetir teşkîlkirîbe û ew yek tê mîyaserkirinê, em pêşnîyar dikin vê kompanîyayê sazkin”,- Sanosyan gotîye.

Bi gotina wî, fînansekirina kompanîyayê wê bi mecalên dewletê bê mîyaserkirinê. “Piştî birîyara hukumatê ev kompanîya gerekê bibe ew sîstêm, kîjanê şuxulkarîya çêkirinê mîyaserke û kontrol bike û piştî wê yekê jî ev organîze wê ênêrgabloka atomîye nû bide xebatê”,- wezîr gotîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button