H’emû nûçeSereke

Sîstema  tenduristiyê ya berfireh dê di sala 2027 de bi tevahî bê sepandin: Avanesyan

Sîstema sîgorteyê dê di nava 3 salan de bi awayekî qonax bê danîn û em di wê baweriyê de ne ku ev sîstema qonax jî dê bibe alîkar ku sîstem gav bi gav ji zêdebûn û mezinbûna serlêdanê re amade bibe.Wezîra tendirustiyê Anahit Avanesyanê li civîna hukumetê di civîneke rojnamevaniyê de behsa pêkanîna sîstema giştî ya bîmeya tenduristiyê kir.

“Veberhênanên me yên mezin – avakirina sermaye, guhertinên pergalî, kontrolkirina kalîteyê jî dê di pergala sîgorteyê de fêkî bide.

 Ez tekez dikim ku dê sîstem ligel qonaxên destpêkirina sîstema bîmeyê amade be.

Avanesyan li ser çavdêriya ku bi fermana dewletê jî mesrefên tedawiyê bi temamî nayê girtin, gotîye: “Fermana dewletê çarçove û qebareya xizmetên ku bi qanûnên me hatine diyarkirin digire. Erê, ew sîgorte ye ku divê çareseriya vê pirsgirêkê peyda bike. Hem li Gurcistanê û hem jî li Rûsyayê pergalên sîgorta yên mecbûrî hene û sal berê wan xebata ku em îro dikin pêk anîn. Em reformên soza xwe pir cidî digirin”.

Li ser pirsa gelo nexweşiyên onkolojîk dê di sîgorteyê de cih bigirin yan na, wezîrê bersiv da. “Di mijara nexweşiyên onkolojîk yan jî nexweşiyên dil û damar de, barê sereke yê ku îro hemwelatî hildigire dê di pakêta sîgorteyê de cih bigire. Hemû sîstem wê di sala 2027 a de bê pêkanîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button