Mîrê êzdîyan: em dixwazin welatîyên me bi rûmet vegerin warê xwe
Mîrê êzidîyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg radigîhîne: “Em spasîya alîkarî û helwestên hukumeta Herêma Kurdistanê dikin ku di dema karesatê de, derîyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji êzidîyan re vekirin û pêşwazîya wan kirin û her tiştê ku ji destê wan hat, pêşkêşî me kirin”.
Mîr Hazim Tehsîn Beg di gotarekê de bi boneya dehemîn salvegera jênosîda welatîyên êzidî gotîye: “Dema ku em behsa komkujîya 3 ê tebaxa sala 2014 a li ser êzîdîyan dikin, çend karesatên ku bi serê êzîdîyan de hatine kirin, ji bîra me naçin. Bi giştî karesatên qirkirinê yên di dîrokê de bi serê êzîdîyan de hatine, digihêje 73 trajêdîyan, ev tê wê wateyê ku dîrok xwe dubare dike û welatîyên êzîdî weke civakeke qirkirî bidin naskirin”.
Herwiha gotîye: “Dema em behsa komkujîya êzdîyan dikin, em behsa wê karesatê dikin ku tu êzîdî di malên xwe de nehiştin, hemû hatin derxistin û bi hezaran ji wan li çîyayê Şengalê hatin dorpêçkirin. Bi hezaran êzîdîyên din koçberî Herêma Kurdistanê bûn û hejmareke din jî penaberî welatên din bûne. Em qet komkujîyê ji bîr nakin, me dît ku çawa keçên me wek kole hatin birin û li bazara parêzgeha Nînêvayê hatin firotin”.
Mîr Hazim di beşeke din ya gotara xwe de gotîye: “Ji destpêka komkujîyê û heta niha zêdetirî 6 hezar welatîyên êzîdî hatine kuştin, bi hezaran jî dîl hatine girtin, heta niha 94 gorên bikomî yên welatîyên êzîdî hatine dîtin û bi dehan mezargehên olî hatine teqandin”.
Amaje bi wê jî kirîye: “Lê tevî têkbirina DAÎŞ ê jî, çarenivîsa bi hezaran jinên êzîdî yên revandî ne dîyar e, gorên bikomî nehatine kolandin û qurbanî li gorî bnemayên ola êzîdî nehatine veşartin. Bi hezaran êzîdî hîn jî di nav germ û sermayê de li kampan êş û azarê dikişînin, di demekê de ku koçberên deverên din yên Îraqê, vegerîyane malên xwe”.
Mîr Hazim gotîye: “Em spasîya alîkarî û helwestên hukumeta Herêma Kurdistanê dikin ku di dema karesatê de, derîyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji êzdîyan re vekirin û pêşwazîya wan kirin û her tiştê ku ji destê wan hat, pêşkêşî me kirin”.
Her wiha gotye: “Serok Barzanî xwedî helwesteke bi rûmet bû û piştgirî da me. Spasîya Nêçîrvan Barzanî li ser vekirina ofîsa azadkirina revandîyên êzîdî dikin. Her wiha ew alîkarîya ku serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêş dike, bi dabînkirina byûcêyek ji bo alîkarîya darayî ji bo jin û keçên êzîdî yên rizgarkirî, tevî krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, ev yek gelek cîhê destxweşîyê ye. Vê jî kirîye ku em bi biryartir li ser axa xwe û welatê xwe bin”.
Mîrê êzidîyan got jî: “Em dixwazin bi rûmet, ne bi tirs û xofê, vegerin cîh û warên xwe, ji ber ku em naxwazin karesateke din were serê me. Em dixwazin welatîyên êzîdî bi serbilindî û bawerî vegerin warên xwe, lê li gel vê jî divê pêwîstî û xizmetgûzarîyên sereke ji wan re bên dabînkirin, weke çawa ji bo hemû pêkhate û xelkê Îraqê hatîye kirin”.
Mîr Hazim gotîye: “Divê hukumeta Îraqê di mijara êzîdîyan de cidîtir be û pirsgirêkên sîyasî û ewlehî yên Şengalê çareser bike, da ku welatî bibin xwedî bawerî û ewlehî û vegerin warê xwe”.
Herwiha tekez kir jî: “Divê hukumeta fêdêral jî xizmetê ji herêmê re bike, ciwanên Şengalê weke polîs bên xebitandin, rêveberîya Şengalê bi rêkeftin be û nûnerên êzîdî jî di danûstandinan de cîh bigirin. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî jî divê byûcêyekê ji bo Şengalê dabîn bike”.