Îran û “Hêzbolah” wê bicêribînin ji şerê berfireh dûr bimînin”:Vardanyan
Radar Armenia ê tevî Armên Vardanyanê sîyasîzan qise kirîye.
-Blîkên elam kirîye ku Îranê û “Hêzboldah” nava 24 sehetada dikarin êrîşê bibin ser Îsrayêlê.Gelo Îranê Îsrayêlêra şer elam bike, yan wê gavên cezakirinê biavêje û pirsê bide girtinê?
-Ez difikirim,wekî Îran û “Hêzbolah” wê nava vê êtapêda bicêribînin ji şerê berfireh dûr bimînin û wê bi derbên hedefkirîna bisekinin, çimkî fikira usa heye wekî Îsrayêl bi hemû cûreyî dicêribîne Îranê bike nava şerê mezin. Îran dicêribîne nekeve nava wî şerî, çimkî wextê şerê tevî Îsrayêlê ewê usa jî tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bikeve nava şêr. Amêrîkayê îdî gotîye,wekî ewê bi hemû mecala tifaqdara xwe Îsrayêlê biparêze, lê Îranêra jî dest nade tevî Amêrîkayê bikeve nava şêr. Bo wê yekê jî hêzên piştgirên Îranê û Îran bi xwe wê tenê derbên hedefkirî bighînine Îsrayêlê. Ji alîkîva Îran naxweze tevî Îsrayêlê bikeve nava şerê mezin, lê ji alîkî mayînva jî ew naxweze qedirê xwe bêxe û pirsa kuştina rêberê HAMAS ê bêyî bersiv bihêle.
-Bi hesabhildana hilbijartinên li Amêrîkayê, bona Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dew û doza Îran û Îsrayêlê wê bi çiqasîva kardare yan bi qezîyaye?
-Bona Amêrîkayê ew yek dest nade û ew halê hilbijartinava girêdayî nîne. Meha nîsanê jî Îranê derb gîhandine Îsrayêlê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hemû tişt kir ku ew şer werguhêzî şerê mezin nebe.Niha jî ewê wî cûreyî bikin ku şerê mezin neqewime.
-Heger pirs bighîje şerê Îran-Îsrayêlê, ewê tehsîra çi cûreyî li ser herêma me, bi taybetî ser Ermenîstanê, bihêle? -Heger pirs bighîje şerê Îranê û Îsrayêlê, ewê li temamîya herêmê belavbe.Hemû welatên herêmê wê li ser xwe texmînkin. Hinek wê bi xwestina xwe bikevine nava şêr, hinek jî bêyî xwestina xwe.Ermenîstanê xwe nêytral xweyke, lê heger Îran nava şêrdabe, wî çaxî li ber sînorê cînara jî wê qewînbûn tunebe û tu nizanî wê paşê çi bibe. Ew yek ne gorî berjewandîyên meye.