Artur Alêksanyan (97 kg) endamê tîma gulaşa Ermenîstanê ya greko-romayî bû cîgirê çêmpiyonê lîstikên olîmpiyadayê. Hevrikê wî xwediyê medala tûnc ya lîstikên olîmpiyadayê, çêmpiyonê cîhanê û asyayê, serkêşê lîstikên asyayî, îranî Mihemedhedî Seravî bû.
Artur Alêksanyan mêdala xwe ya zîv ya duyemîn ya olîmpiyadayê bi dest xist. Ewî sala 2012 a, li Londonê pileya sêyem girt û sala 2016 a de mêdala bronz wergirt. Li Rio de Janeyroyê hemû pêşbirkan têk bir û bû çêmpiyonê olîmpiyadê û di lîstikên olempîyada Tokyoyê de derket fînalê û li hember nûnerê Rûsîyayê Mûsa Yêvloyêv têk çû û mêdala zîv bi dest xist. Alêksanyan di heman demê de çar caran çêmpiyonê cîhanê û 7 caran çêmpiyonê Avropayê ye, çêmpiyonê lîstikên Avropayê ye.