Tehranê tu carî destûrê nade guhertina sînorê dîrokî yê Îran û Ermenîstanê: analîstê Îranî
Destpêkirina korîdora Bakur-Başûr wê bi kêrî hemû cînarên me û bi taybetî Ermenîstanê bê. Ev yek ji aliyê analîstê serbixwe û lêkolînerê medyayê (Îran) Ruhollah Modabbêr, li ser foruma navneteweyî ya “Hevkariya Ermenistan û Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî digel BRICS û rêxistina hevkariya Şanhayê” ku li Yêrêvanê hat lidarxistin, ragihand.
“Bi saya wê yekê ku hevkariyên Tehran û Moskvayê curbecur û li ser esasên dostane ye û geşbûna van peywendiyan bi taybetî di sê salên dawî de tê dîtin, Îran di sala 2024 a de bû endama tam ya BRICS û endama rêxistina hevkariya Şanghayê di 2023 de, her weha bi re peymanek bazirganiya azad îmze kir. Ev peymana girîng û hêja bi saya kûrbûna peywendiyên Îran û Rûsyayê pêk hat. Ev yeka girîng e ji ber ku têkiliyên Îran û Rûsyayê çiqas bihêztir bibin, ji bo cînarên wan û nîzama navneteweyî baştir e. Her kes dikare ji hevkariya Îran û Rûsîyayê di warên jeopolîtîk, aborî, ewlehî, enerjî û tûrîzmê de sûd werbigire”.
“Bi gotineke din, destpêkirina korîdora Bakur-Başûr wê bi kêrî hemû cînarên me bi taybetî Ermenîstanê bê”.
“Divê bê zanîn ku Îranê her tim bi Ermenistanê re têkiliyên baş û dostane hebûye. Tehran Yêrêvan wek welatekî bira û hevkar dibîne. Di vî warî de mijarên hevkariyên aborî jî di serî de ne. Îran plan dike ku di projeyên rê, veguhestin û santralên Ermenîstanê de sermayê veberhênanê bike, her wiha ji bo hêsankirina bazirganiyê li Yêrêvanê navendeke bazirganiyê ava bike. Îran plan dike ku bazirganiya bi Ermenîstanê re pêşî bibe milyarek dolar û paşê jî bibe 3 milyard dolar.
Tehran îmkan da Yêrêvanê ku beşdarî xebatên bendera Çabaharê, ku xala herî girîng ya korîdora Bakur-Başûr e, bibe.
Divê bê destnîşankirin ku perspektîvên geşepêdana aborî bêyî aştiyek bi îstîqrar pir ne diyar in. Di qonaxa yekem de pêwîst e aramiya siyasî li Başûrê Kafkasîyayê bê mîsogerkirin.
Têhran ku bi Ermenîstan û Adirbêcanê re têkiliyên dostane û biratî heye, bi tu awayî piştgirî nade guhertina sînorê Ermenistan û Îranê.
Bi gotineke din, Tehran tu carî rê nade ku sembola dostanî, aştî û hevkariyê di navbera her du welatan de biguhere. Sînorê dîrokî yê çil û çar kîlometre di navbera Îran û Ermenistanê de, û rêberê bilind yê Komara Îslamî ya Îranê, serokên berê û yên nû. Îranê ev yek raste-rast û bi biryar eşkere kiriye”.
Ewî bi bîr xist ku Îbrahîm Raîsî ku di meha gulana îsal de di encama qezaîya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da û serokê hilbijartî Mesûd Pêzêşyan behsa neguherîna sînorên heyî yên di navbera Îran û Ermenistanê de kir. “Ji ber vê yekê divê gava yekem ya kûrkirina hevkariyên bazirganî, pêkanîna aştiyeke bi îstîqrar li Başûrê Kafkasîyaye û nebûna guhertinên jeopolîtîk li herêmê be.
Di heman demê de, hemû welat dê jê sûd werbigirin, ji ber ku prênsîba sereke ya hevkariyê divê bidestxistina berjewendiyên kolektîf be.
Ermenistan jî ji ber ku di korîdora Bakur-Başûr de cih digire dê avantajên girîng bi dest bixe.
Divê em hewl bidin ku Avrasîya û herêma Kafkasîyayê bikin navendeke bazirganî û derbasbûnê ya cîhanî û xaçerêyek ewle ya riyên bazirganiya cîhanî ku rê bide berfirekirina bazirganiya navneteweyî. Di vî warî de divê hemû dewletên herêma Kafkasîyayê ji bo xurtkirina aşîtî û dostaniyê bixebitin.
Ez di wê baweriyê de me ku divê em rêzê ji destkeftiyên rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv re bigirin, ku ji aliyê Rûsîyayê ve hatiye destpêkirin û wê weke rêxistineke ku ewlekarî û aşîtîyê li herêma Kafkasîyayê û Asîyaya Navîn dabîn dike, binirxînin.
Ez di wê baweriyê de me ku ewlekarî bingeha aboriyê ye û bêyî wê ne mimkûn e ku mirov hevkariya aborî bifikire. Ji ber vê yekê, eger em karibin Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv berfireh bikin, komeleyê veguherînin rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv ya Avrasîyayê û ketina Îranê pêk bînin, em ê karibin di warên ewlehî, aborî, siyasî û çandî de koalîsyoneke bi hêz pêk bînin.
Ez piştrast im ku Rûsîya û Îran du stûnên ewlehiyê li Qefkasîyayê ne, ku li gel Gurcistanê, Ermenistanê û Adirbêcanê dikarin alîkariya çareserkirina nakokiyan
Em hemî dixwazin ku cîhan aram be û aboriyên cînarên me pêşde bibin.
Ji ber vê yekê divê em bi her awayî beşdarî berfirehkirina hevkariyê bibin”,-Rûholah Modabêr gotîye.