H’emû nûçeSereke
Pûtîn dikare li Adirbêcanê biqeside
Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn diqewime 19 ê tebaxê li Bekûyê biqeside.Xebatên amadekirina seredanê niha tên mîyaserkirinê. Derbarê wê yekêda çapemenîya Adirbêcanê daye dîyarkirinê.
Pirseke ku bê gotûbêjkirinê ewe, wekî serokê Rûsîyayê diqewime tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv pirsa dayîna gaza rûsî gotûbêj bike. Li gorî kanîyên înformasîyon, Moskva û Bekû îdî serê çend mehaye ku wê pirsê gotûbêj dikin, lê garanta wê peymanê jî Tirkîyaye.
Destpêka tîrmehê serokê Ûkraînayê Vladîmîr Zêlênskî wextê hevpeyvîna xwe gotbû, wekî Kîêv wê yekê lêkolîn dike ku gaza Adirbêcanê nava axa Ûkraînayêra derbazî Yekîtîya Avropayê bikin, çimkî dawîya vê salê qayîlnivîsara tevî “Gazprom” ê, ya derheqa tranzîtêda ser hevda tê.