H’emû nûçeSereke
Hêzên Ûkraînayê nava hevtêkêda zêde ax dagir kirine ne ku rûsa nava sê mehada

Hêzên Ûkraînayê 700 çargoşe kîlomêtir li nehîya Kûrskê dagir kirine. Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên Ûkraînayê Alêksandr Sîrskî wextê vîdyokonfêransa tevî serokê Ûkraînayê Vladîmîr Zêlênskî gotîye.
Artêşa Rûsîyayê li qeza Donskê pêşda diçe û dicêribîne Pokrovskê hilde, li kîderê navenda hêzên Ûkraînayê cîhwarkirîye.Artêşa Rûsîyayê usa jî ketîye qeza Xarkovê.
Niha dijware wê yekê bidine dîyarkirinê, ku hêzên Ûkraînayê çiqas axa Rûsîyayê kirine bin kontrola xwe.Serokê qeza Kûrskê Alêksêy Smîrnov gotîye serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wekî artêşa Ûkraînayê 480 çargoşe kîlomêtir kirîye bin kontrola xwe.







