Festîvala 3 emîn ya navneteweyî wê li civaka Areniyê pêk bê

Wezîreta perwerde, zanistîyê, çandê û werzişê û “Muzeya hunerên gel ya Hovhannes Şarambeyan” di sala 2024 an de di navbera 14-15 ê îlonê bê organîze kirin. Înîsiyatîfa projeyê, înîsiyatîfa wezîreta perwerde, zanistîyê, çandê û werzişê ya Ermenîstanê ye.
Ji Ermenîstanê û 10 welatên rêxistina hevkariya aborî ya Behra Reş (Albanîya, Bulgarîa, Gurcistan, Yûnanistan, Moldova, Rûmînya, Rûsîya, Serbîya, Ukraîyna, Makedonîya Bakur) nêzîkî 40 pîşesaz beşdarî festîvalê bibin.
“Sêyemîn festîvala navnetewî ya hunermendan” taybet e bi wê yekê ku pêkanîna wê çend bernameyên çandî yên navneteweyî li hev tîne, derfetên nû ji bo hevkariyê di çarçova rêxistinên navneteweyî de pêş dixe, bi taybetî ku potansiyela çandî ya welatên herêma deryaya Reş bi hev re dike. “Rêyên çandî” û pêşxistina diyalogên nû yên navçandî û pêşxistina platforman.
Wekî din, festîval wê bibe destpêka yek ji çalakiyên herî berfireh û beşdar li Avropayê, “Rojên mîrateya avropî”, ku îsal dê di bin sernavê “Rê, tor, têkilî” de pêk be, û wê di hundurê de jî bi kurtî pêk bê. Di çarçoveya wê de konferansa Rojavaye û Asîyaya Navîn di bin sîwana UNESCO de kursa perwerdehiya navneteweyî ya li ser “Mîrateya çandî ya maddî û Muzeyan” li Ermenîstanê bi hevparî bi navenda Tehranê ya lêkolînên herêmî ya mîrateya çandî ya madî pêk hat.
Di mîhrîcanê de dê hunerên neteweyî yên ermenî û gelên din yên li civaka Areniyê bên pêşkêşkirin: xalîçekirin, xemilandin, çêkirina latan, çêkirina kuçikan, daran, kelûpel, hesinkarî, zêrankarî, çêkirina kalemê. Dê du rojan çalakiyên curbicur yên çandî bêne lidarxistin: stran û dîlana neteweyî, dîlana têlan, tamkirina xwarinên cûrbecûr yên pêjgeha kevneşopî, dersên master û bernameyeke taybet ji bo zarokan.







