Kafkasîya Başûr li ser xaçerêya girîng sekinîye: wezîrê karen der

Kafkasîya Başûr, ya ku bi dîrokî li ser rêyên çandî û kirîn-frotanêye mezin bûye, roja îroyîn li ser xaçerêya girîng sekinîye. Li gorî nûçeya “Armênprês” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta karên der elam kirine û derbarê wê yekêda wezîrê karên der berî civîna li Yêrêvanê, ya bi sernavê “Yêrêvan dîyalog”, wezîr nava peyama xweda gotîye.
“Dinîya li ber çevê me lez tê guhartinê.Wêneyê pêwandîyên global, yên ku tên guhartinê, xiravbûna mafê navneteweyî, pirsgirêka raber dikin. Dêmokrasî rastî pirsgirêka tên. Kêmbûna hevkarîya nava goveka aşîtîyê û ewlehîyêda qeyde-qanûnê hemcîhanî li ber undabûnê sekinandîye.Qezîyayên hîbrîdî û guhartina klîmayê li ser dîyana meriva tehsîr dikin.
Bi wê yekva tevayî em dibine şedê gera tevgirêdanên di navbera Asîyayê û Avropayêda”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.
“Herêma me, Kafkasîya Başûr ya ku bi dîrokî li ser rêyên çandî û kirîn-frotanêye mezin bûye, roja îroyîn li ser xaçerêya girîng sekinîye. Ew rastî bûyarên cuda-cuda tê, yên ku li ser jîyana meriva û pêşketina herêmêye tomerî tehsîr dike.Niha em li ber birjartina dîrokî sekinîne bona ku pêşeroja edil, çareserbûyî û gulvedayî rast bibijêrin”,- ewî gotîye.
Wezîrê karên der daye dîyarkirinê,wekî civîna ku wê 11-12 ê îlonê li Yêrêvanê pêk bê, wê bibe plaforma fikir û pirsên cuda-cuda.
Bi wê armancê, ji 80 welat û organîzeya zêdetir merivên govekên cuda-cuda hatine vexwendinê.
Mîrzoyan serda zêde kirîye,wekî ew hêvîdarin, ku ew hemû meriv wê bi aktîvî beşdarbin.







