Berevkirina îmza, ya bona pirsa endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda wê meha îlonê destpêbe

Berevkirina îmza, ya bona pirsa endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda wê meha îlonê destpêbe.Derbarê wê yekêda serokê partîya “Komar” ê Aram Sargsyan wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Bona wê yekê koma înîsîyator hatîye sazkirinê.Li gorî qanûnê nava komêda gerekê here kêm 25 meriv hebin.Lê heger ez şaş nebim, li cem me hejmara endamên komê dighîje 50 îyî.Koma înîsîyator nava xweda wekîlekî hildibijêre, yê ku ji nave komê wê li komîsîya hilijartina pêşda bê.Piştî berevkirina îmza, ewê usa jî li komîsîya parlamêntê pêşda bê”,-Sargsyan gotîye.
Aram Sargsyan usa jî gotîye,wekî çawa wekîlê komê Artak Zêynalyan hatîye kifşkirinê.
Heger 50 î hezar îmzên welatîyên Ermenîstanê bêne berevkirinê,wî çaxî pirsê derbazî parlamêntêbe.Heger neyê qebûlkirinê, wî çaxî 300 000 îmze gerekê bêne îmzekirinê û proje bona rêfêrêndûmê bê pêşdakişandinê.







