Li Yêrêvanê wê hemcivîna Avrasîyayêye Êkonomîkî pêk bê

Li Yêrêvanê ji 30 ê îlonê hetanî 1 ê cotmehê wê civîna Avrasîyayêye Êkonomîkî pêk bê. Li gorî nûçeya “Armênprês” ê, derheqa wê yekêda ajansa BÊLTA ê ragîhandîye.
Hatîye dîyarkirinê,wekî hemcivînê pêşkêşî encamên şuxulkarîya deh sala, ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîbe.
“Armanca hemcivînê ewe, ku pêwandîyên hevkarîyê nava têrîtorîya Avrasîyayêda bidine pêşxistinê.Hatîye têradîtinê wekî serokên bîznêsa mezin, navîn û biçûk, serokên organên dewletên yekîtîyê, usa jî serokên welatên sêem,wekîlên organîzeyên navneteweyî, yên ku hewaskarîya xwe didine kifşê ku hevkarîya tevî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bidine pêşxistinê wê beşdarbin”,- çapemenîyê daye dîyarkirinê. Li gorî wê kanîya înformasîyon, pisporên welatên endam û welatên sêem wê alîyên nû, yên pêşxistina stratêcîya yekîtîyê gotûbêj bikin.







