Li Adirbêcanê zordarîyên here mezin hêna desthilatdarîya Elîyêv diqewimin:BBC

Ulmdarê Adirbêcanêyî navdar, piştgirê aşîtîya tevî Ermenîstanê bi menîya xayîntîya dewletê hatîye girtinê.Ew ji wan merivaye, yên ku desthildarîyê rexne dikin û eva serê çend mehaye, ku merivên wî cûreyî digrin. Pispor dibêjin wekî niha li welêt zordarî tên mîyaserkirinê û hejmara wan hêna desthilatdarîya Îlham Elîyêv gihîştîye rêkordê.
Mafparêz dibêjên, wekî nava mehên dawîda li Adirbêcanê zordarîyên here mezin tên mîyaserkirinê.Derbarê wê yekêda BBC ê nivîsîye.
Li gorî melûmetîyên wan, niha li Adirbêcanê ji 300 î zêdetir girtîyên sîyasî hene.Hebsada bi deha rojnamevan hene, kîjana dawîya sala derbazbûyî destpê kirine bigrin ku wana bi menîya xirabkarîyên fînansî gunehkar dikin. Wedê girtinên wan çend cara hatine dirêjkirinê û nava rexnekirada hêvîdarî heye wekî diqewime Rojava danûstandinên xewile pêk tîne û diqewime berî civîna pêşkêşî guhartina klîmayê, wana aza berdin.







