H’emû nûçeSereke

Van salên dawî Îsrayêl û Ermenîstan bûne bikirçîyên sîlihên Hindistanêye girîng:ThePrint

Nava  deh salên dawîda firotana sîlihaye ji alîyê Hindistanêda 30 î carî zêde bûye, şerê Rûsîyayê û Ûkraînayê jî dew û doza Îsrayêlê û HAMAS ê diha gur kirine û pêra jî çend welat mecalê didine xebatê, ku sîlihên xwe zêdekin.Derheqa wê yekêda malpera hindîye  ThePrint  ê nivîsîye.

Senaya Hindistanêye parastinê, niha sîlihên xweparastinê dide ji 90 î zêdetir welata. Li gorî melûmetîyên wezîreta parastinê tê kifşê,wekî frotana sîliha bi 78 selefîva zêde bûye. 

Nava wan welatada Îsrayêl û Ermenîstan jî van salên dawî bûne bikirçîyên girîng. 

Îsrayêl hinek sîstêmên hedefkirinê,sîlihên cuda-cuda û usa jî parçên dirona dikire. Nenihêrî wê yekê, wekî Hindistanê çend peyman tevî fîlîpîna mor kirine û usa jî tevî Ermenîstanê bona sîstêmên artîlêrîyayê û parastina hewê îmze kirine, bikirçîyê eşîyayên hindîye herî mezin Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye, ya ku 50 î selefê sîlihên parastinê dikire. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button