Aşot Kinyazyan ê ku di doza “27 ê cotmehê” de cezayê heta-hetayê girtîbû jîyana xwe ji dest daye

Aşot Kinyazyan ê 65 salî ku ji doza “27 ê cotmehê” cezayê heta-hetayê lê hatibû birîn, li girtîgeha “Nûbaraşên”ê jiyana xwe ji dest daye. Ev agahî ji alîyê sêrvîsa cezayê ya wezîreta karên navxweyî ya Ermenîstanê ve di axaftina bi Factor.am re hat piştrastkirin.
“26 ê tebaxê seheta 19:05 a gazî ambûlansê kirin. Seheta 19:35 de ji alîyê xebatkarên ambûlansê ve mirina bîyolojîkî hat qeydkirin”. Ji navenda cezayê ya Factor.am ê gelek agahî nehat dayîn, tenê Kinyazyan nişka ve jîyana xwe ji dest daye, yên mayî jî piştî lêkolîna edlî wê bên zelalkirin.
Der barê mijarê de li gorî xala 155 emîn ya qanûna tawanan: kuştin. “Li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin, kesên hatin binçavkirin û lêkolîna tiba edlî hat kirin. Li gorî hîpoteza destpêkê, mehkûm ji nişka ve mir, dê muayene zelaltir bibe”. Ji bo bibîrxistinê, di 27 ê cotmeha sala 1999 a de li miclisa neteweyî di encama çalakiyên komeke terorîstî de serokê giştî yê parlamêntê Karên Demîrçyan, serokwezîr Vazgen Sargsyan û 6 kesayetên din yên dewletê û parlamenterên parlamêntê hatin kuştin.Naîrî Hunanyan, birayê wî Karen Hunanyan, mamê wî Viram Galstyan, Dêrênîk Bejanyan, Edîk Grîgoryan û Aşot Kinyazyan yên ku pêşengiya operasyona terorê dikirin, bi cezayê muebbetê hatin cezakirin. 14 sal cezayê girtîgehê li Hamlet Stepanyan hat birîn. Ew bi qanûna ceza 300 (Bikaranîna desthilatdariya dewletê), 305 (Kuştina dewletek, kesayetek siyasî yan giştî), 34-305 (Hewldana desteserkirina desthilatê), 217 (Têrorîzm), 133 (Bê qanûnî bêparkirina ji azadiyê), hatin dîtin. 235 (çekên neqanûnî) bi gotaran bidestxistin, gihandin, hilgirtin.
Der barê Aşot Kinyazyan ê ku ji doza 27 ê cotmehê de cezayê heta- hetayê lê hatibû birîn, doz hat vekirin. Di vê derbarê de sêkrêtarê serokê lijneya lêkolînê Gor Abrahamyan agahî da.
Li gorî wî, der barê mirina mehkûmî de raporek hatîye girtin, li gorî agahîyên destpêkê, ji ber mirina ji nişka ve, li gorî benda 155 an ya benda 1emîn (kuştin) ya qanûna tawanan ya Ermenîstanê yê doz hatîye vekirin. Li cîhê bûyerê lêkolîn hat kirin. Li gorî Abrahamyan, di lêkolîna derve ya cenaze de şopên tundîyê li ser cenaze nehatine dîtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema mirina Kinyazyan çi bû, hîn ne diyar e, piştî wergirtina encama lêkolîna bizîşkîya dadwerî ya cesedê dê bê zanîn.
Bêjin, Aşot Kinyazyan ê 64 salî ku cezayê heta mirinê lê hatibû birîn, 26 ê tebaxê jîyana xwe ji dest daye.







