H’emû nûçeSereke
Firînên teyarên Yêrêvan-Kapan-Yêrêvan zêde dibin

Ji 2 ê îlonêda, firînên ji Yêrêvanê berbi Kapanê û paşda berbi Yêrêvanê wê zêdebin.Derheqa wê yekêda serokê kompanîya avîyasîyon ya Novair ê Hayrapêt Sargsyan gotîye News.am ê. Ewî gotîye,wekî nava hevtêda sê cara wê ew firîn bêne mîyaserkirinê. Niha teyare rojên duşemê û înîyê diçin Kapanê, lê ji 2 ê îlonêda wê roja çarşemê jî herin û bên. Bi gotina wî, bahê bilêtê zêde nebûye û firîna hetanî Kapanê 20 hezar dirame. Wedê firînê 45 deqeye. Serokê kompanîyayê gotîye,wekî zêdekirina firîna, zêdebûna rêwîyava girêdayîye.







