H’emû nûçeSereke

Plana Mastêra bajarê akadêmîk amade ye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebookê dinivîse ku plansazîya mastêrê ya bajarê akademîk amade ye û dîyar kir ku ji Ermenîstanê û ji derveyî welêt derdora 44 hezar mamoste, zanyar û xwendikar, 8 zanîngehên dewletî û 8 zanîngehên navneteweyî/taybet wê li herêmekê bi cîh bibin, ji 580 hêktarî, ku wê tesîsên nûjen bên veberhênanên têknolojîyên kesk.

“Ev hawîrdora perwerdehîya hêja dê di heman demê de bibe navendek komarî ya şahî û jîyana werzîşê ya rewşenbîrî. Di demeke nêz de, em ê bibin xwedîyê firsendên ku em hûrgilîyên projeya bajarê akademîk di fersend û formên cûre-cûre de pêşkêş bikin.

Ji bo me girîng e ku hûn bi hemî hûrgilîyan bizanibin em çi dikin, çima û çawa. Spas ji bo piştgirîya we” ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button