
Serok Barzanî pêşwaziya konsulê giştî yê Almanyayê li Hewlêrê dike, herwesa tekezê dike ku hilbijartinên parlamana Kurdistanê bi awayekî “pakij û şefaf û di rewşeke aram de” bên kirin.
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazîya konsûlê giştî yê Almanîyayê li Herêma Kurdistanê Klaûs Strêîçêr kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkê wî û bi merema xatirxwastinê û herwesa nasandina Albêrt von Weatek wek cîgirê xwe serdana serok Barzanî kir.
Li dû ragîhandina baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de “Konsûlê giştî yê Almanîyayê li Hewlêrê spasîya serok Barzanî kir ku di dema karkirina wî ya li Hewlêrê de herdem piştevanê wî bû, herwesa rêz ji bo mêvandarî û hevahengîya dezgehên Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê hebû. Konsûlê giştî yê Almanîyayê amaje da giringîya peywendîyên Herêma Kurdistanê û welatê xwe, ku divê li paşerojê jî bi giringî ve berdewam be.
Zêdebarî tekezkirina giringîya pêşveçûyîna hevahengî û berdewamîya peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanîyayê, serok Barzanî jî ji alîyê xwe ve spasîya erk û westîyana konsûlê giştî yê Almanîyayê kir û herwesa daxwaza serkeftinê ji bo konsûlê Nû yê Almanîyayê li Hewlêrê kir.
Her di wê civînê de, wek ku di wê ragîhandinê de hatîye, “Amaje bi hilbijartinên cotmeha bê yên parlamana Kurdistanê hat dan û serok Barzanî ronkirinên pêdivî di wî warî de berçav kirin, û herwesa tekez jî kir ku divê hilbijartinên parlamana Kurdistanê bi awayekî paqij û şefaf û di rewşeke aram de bên kirin”.
Gefên têrorê li ser astê Îraq û deverê jî mijara tewerekî din ê wê hevdîtinê bû.







