Ermenîstanê pêşnîyara nû raberî Adirbêcanê kirîye

Ermenîstanê pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye, ku projeya peymana aşîtîyê bi xalên hevraqayîlkirî îmzekin û paşê gotûbêjkirina pirsên mayîn berdewam bikin. “Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekda Nîkol Paşînyan wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Nava projeya peymana aşîtîyêda, ya dawîda, 17 xal hene.Ji wana 13 xal bi hevra hatine qayîlkirinê.Sê xal jî yên kurtin û bawar bikî piranîya xeberên wan hatine hevraqayîlkirinê.Pêşnîyara me ewe ku van xalên hevraqayîlkirî hildin û wê yekê çawa peymana aşîtîyê îmzekin. Nava wan xalada hemû prînsîpên sereke, yên aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, hatine dîyarkirinê”,-Paşînyan gotîye. Serokwezîr gotîye,wekî piştî îmzekirina wê peymanê wê pêwandîyên dîplomatî îzbatbin û ewê bibe platforma cuda, li kîderê dikarin hemû pirsên mayîn gotûbêj bikin.







