Paşînyan hevdîtina bi formata dualî pêşnîyarî Elîyêv kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi kanalên dîplomatî hevdîtina dualî pêşnîyarî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew dikarin li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê rastî hevdu bên.
“Armênprêss” ê, ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtînda xeberdaye, yê ku gotibû,wekî Rûsîyayêr’a wê hewaskarbe, heger beşdarî îmzekirina peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bibe.
“Wedekî dirêje,wekî xebata tevî Adirbêcanê bi formata dualî tê kirinê.Duh jî qeyde-qanûnên xebata komîsîyayên dîyarkirina sînora hate îmzekirinê.Ez difikirim,wekî nava vê pirsêda em gerekê bêne ser fikirekê, çimkî nava vê êtapêda em bi formata dualî dixebitin. Heger em dikarin bi vê formatê pêşda herin, ez difikirim hema ew format ya raste”,-Paşînyan gotîye.
Serokwezîr gotîye wekî li civîna avropî cêribandin hatîye kirinê, ku usa bidine kifşê,wekî Ermenîstan ji hevdîtinê xwe paş xistîye, lê ew yek usa nîne, Ermenîstan ji hevdîtinê xwe paş nedaye.
“Min bi kanalên dîplomatî pêşnîyarî serokê Adirbêcanê kirîye ku em bi formata dualî rastî hevdu bên, çimkî berê ew nêzîkbûn hebûye, wekî em nava formata dualîda dixebitin. Bi fikira min wê yekê dikarin berdewam bikin, çimkî hetanî niha ew yek kardar bûye”,-Paşînyan gotîye. Bi fikira wî wê hevdîtîinê dikarin li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê pêk bînin, li kîderê komîsîyayên dîyarkirina sînora rastî hevdu tên.







