SerekeSîyasî

3 zarokên Efrînî li bakûrê Helebê di teqînekê de birîndar bûn

Li gundê Til Qerah ê li herêma Şehbayê ya li bakûrê Helebê, 3 zarokên derbider yên Efrînê di teqînekê de birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî bo mafê mirovan belav kir, Li gundê Til Qerah 1 ê îlonê di encama teqîna mîneke şer de, 3 zarokên derbider yên Efrînê yên temenê wan di navbera 8 – 11 salîyê de bûn, birîndar bûn.

Herêma Şehbayê di navbera Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Dema artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve di çileya sala 2018 a de êrîşî ser Efrînê kirin, dora 150 hezar efrînî li kamp û gundê wê herêmê bicîh bûne.

Li gorî Rewangehê, ji destpêka meha çileya sala 2024 a, 130 sîvîlan di encama teqîna mîn û paşmayên şer de canê xwe ji dest dane ku di nava wan de 46 zarok û 22 jin hene û 171 kesên sîvîl jî birîndar bûne ku di nav wan de 19 jin û 86 zarok hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button