SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî: gelê Kurdistanê serkeftîyê hilbijartinan e

Serokê Herêma Kurdistanê bi konsûlên nû û kevin yên Almanyayê re civîya.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li konsûlê berê yê Almanyayê Klaûs Straîçêr û konsûlê nû yê Almanyayê Albrêçt von Wîttkê kir.

Serokatîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragîhand ku Nêçîrvan Barzanî ji ber kar û xebatên wî spasîya konsûlê berê yê Almanyayê Klaûs Straîçêr kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina konsûlê nû yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Albrêt von Wîttkê kir û hêvîya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest.

Li alîyê din, Straîçêr kêfxweşîya xwe ji bo karê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo piştgirîya di karê xwe de spasîya alîyên peywendîdar kir.

Hat ragîhandin ku di civînê de rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngîya hilbijartinan û serkeftina pêvajoya dengdanê ya ji bo Herêma Kurdistanê û gotîye:

“Gelê Kurdistanê serkeftîyê hilbijartinan e û divê her kes hewl bide ku hilbijartin di atmosfereke aram de derbaz bibin”.

20 ê çiriya pêşîn sala 2024 a ji alîyê serokatîya Herêma Kurdistanê ve wek roja hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê hatîye dîyarkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button