H’emû nûçeSereke

Baylozê Îranêyî li Ermenîstanê elam kirîye,wekî roja hevdîtina bi formata nû, ya “ 3+3” îdî hatîye biryarkirinê

Roja hevdîtina nû, ya  platforma hevkarîyêye “3+3” /Ermenîstan, Gurcistan, Adirbêcan +Rûsîya,Îran, Tirkîya/ hatîye biryarkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye Sputnik Armenîya  ê.

“Wedê konkrêt heye û   derheqa wê yekêda  wê bi rêyên dîplomatî  bê elamkirinê”,-ewî gotîye.

Hê pêşda eyan bibû, wekî hevdîtinê bi dereca wezîrên karên der pêk bê.Vê carê hevdîtinê li Tirkyayêbe.

Civîna ewlin, ya platforma 3+3 kanûna sala 2021 ê hatîye pêkanînê.Wî çaxî cîgirên wezîrên karên der, yên Ermenîstanê, Adirbêcanê, Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyayê beşdarî hevdîtinê bûne. Gurcistan beşdarî hevdîtinê nebibû. Civîna duem cotmeha sala 2023 a pêk hatîye.Civîn li paytextê Îranê-Têhranê, bi dereca wezîrên karên der, pêk hatîye. Gurcistan beşdarî civîna duemîn jî nebûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button