
Dironeke artêşa Tirkîyayê otomobîlek li bajarê Kobanê kire armanc û di encamê de kesek birîndar bû.
Mesdyaya nêzîkî HSD ê belav kirîye, dironeke Tirkîyayê otomobîlek li nêzîkî xala kontrolê ya li Kobanê bombebaran kir û di encamê de welatîyê bi navê Azad Elî birîndar bûye.
Ji alîyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo mafên mirovan belav kir, otomobîla fermandarekî HSD ê li bajarê Kobanê teqîya û heta niha nayê zanîn ew ji alîyê dironekê ve hatîye armanckirin, yan mîneke pê de teqîya ye.
Lê Rewangehê amaje bi wê kir, di dema teqîna otomobîlê de, dironek li asmanê Kobanê digerîya.
Di van demên dawîn de, êrîşên Tirkîyayê bi rêya dironan li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê HSD ê zêde bûne.







