H’emû nûçeSereke

Îran  “her rojeveke veşartî”, ya bona tevlîhevkirina herêmê, înkar dike

Nava sîyaseta cînartîya Îranêda, Ermenîstan cîhekî teybet digre.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Îranêyî karên der Mehmed Hesen Şêyxolêslamî wextê gotûbêjkirina bi têma “Kafkasîya Başûr di navbera xaçerêya perçebûnê û hevkarîyêda”, ya nava doranên forûma navneteweyîda, gotîye.

“Xwestina sîyasî heye ku pêwandîyên tevî Ermenîstanê, yên nava hemû govekada bidine pêşxistinê.Em ji dereca pêwandîyaye niha razîne. Bi wê yekêva tevayî, em li ser wê tabîyêne ku hemû karebûnên heyî bona kûrkirina dostîya di navbera herdu welatada, berfirehkirina pêwandîya û mezinkirina hevkarîyê bidine xebatê”,- cîgirê wezîrê karên der gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî sînorên Îranê û Ermenîstanê, yên dostîyê, hêvîyê û jîyanêne.

Komara Îranêye Îslamî li herêmê hêza aşîtîyê û ewlehîyêye.Em bi temamî piştgirîyê didine qewînbûn û aşîtîya li Kafkasîya Başûr û danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda silav dikin.Em derheqa pêwîstîya lezêxistina îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyê didine dîyarkirinê.Em amadene alî cînarên xwe bikin, ku ew lez pirsgirêka bidine helkirinê”,- cîgirê wezîrê karên der gotîye.  “Em difikirin,wekî Kafkasîya Başûr gerekê bona şerkarîya hêzên der nebe deşta konkûrênsîyayê.Nava vê hemtêkstêda, em dijî her rojeveke veşartîne, ya ku dikare herêmê bide tevlîhevkirinê û  bingehê bona guhartina sînorên naskirî sazke”,- dîplomatê îranî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button