Lorî, Sêvan, Dilîjan û Saxkazor cihên tercîhî yên tûrîstên Ermenistanê ne.
Li gor daneyên ku ji xalên deriyê sînor ê Ermenîstanê hatin wergirtin, di tîrmeha sala 2024 a de bi giştî hejmara serdanên tûrîst yên Ermenistanê nêzîkî 237 600 bû.
Cîgira seroka beşa hevkariya navneteweyî ya komîtêya tûrîzmê Anûş Babayanê ji “Armenpress”ê re axivî û diyar kir ku li gorî meha borî, hezîranê, rêjeya bi 31 selefî zêde bûye û eger em bi meha tîrmehê re bidin ber hev, sala borî bi 6-7 selefî kêmbûnek heye.
“Niha agahiyên kurt yên meha çile-tîrmehê di destê me de ne, ku li gorî wan hejmara serdanên tûrîsta yên Ermenîstanê nêzîkî milyonek û 184 hezar e.Îndêks li gorî heft mehên par bi 6 selefî kêm bûye”.
Li gorî Anuş Babayanê, eger em nîşaneyên 7 mehên îsal bi heman heyama sala 2019 an re bidin ber hev, em dikarin têbigihin ku zêdebûneke di hejmara ziyaretvanan de bi qasî 21 selefî hatiye tomarkirin.
Û li gorî meha tîrmeha sala 2019 a, hejmara serdana di tîrmeha îsal de li gorî 7 mehên sala 2023 a bi qasî 17 selefî zêde bûye, kêmbûna ku di heman heyama îsal de hatiye tomarkirin, pispor bi giranî bi kêmbûna serdanê ve girê dide.
“Ji Rûsyayê di navbera çile-tîrmeha sala 2024 a da hejmara ziyaretên tûrîst yên Ermenistanê nêzîkî 500 hezarî bû û li gor heman heyama par ji 23 selefî kêmbûneke me heye.” Divê ez bibêjim ku di nav tevahiya serdan de serdanên ji Rûsyayê bi 42 selefî pêk tê”.
Lê belê, komîteyê destnîşan kir ku di van salên dawî de, ji hejmarek welatên din, di nav de Hindistan, Fîlîpîn, û Çînistn, hin zêdebûnek di serdanên geştiyariyê de heye, ku heya radeyekê valahiya ku ji ber kêmbûna serdanên ji Rûsyayê pêk tê tijî dike.
Û navnîşa welatên ku geşepêdana tûrîzma Ermenîstanê misoger kirine bi piranî tê parastin: Federasyona Rûsyayê, Gurcistan, Îran, Dewletên Yekbûyî.
“Ew welatên sereke ne ku ji bo Ermenistanê bazarên sereke ne. Piştî van welatan welatên Avropayê tên: Fransîya, Almanyîya û çend welatên herêmên din”.
Rêvebira ajansa geştyarî ya “Rima travel” Rima Xaçatryanê diyar kir ku tercîhên tûrîstên ku tên Ermenîstanê di van salên dawî de hinekî guheriye.
Rîma Xaçatryanê tekez kir ku geştiyar ji hev cuda ne û tercîhên wan jî cuda ne, lê di van salên dawî de hejmara geştiyarên ku serpêhatî û bêhnvedana tund tercîh dikin gelek zêde bûye.
Li gorî rêveberê ajansê, hejmara geştiyarên ku ji Avropayê tên li gorî salên borî zêde bûye.