H’emû nûçeSereke

Parlamenterên ciwan yên cîhanê li Ermenîstanê kom dibin

Tê çaverêkirin ku zêdetirî 150 parlamêntarên ciwan ji nêzîkî 60 welatan beşdarî dehemîn konfêransa cîhanî ya parlamêntarên ciwan yên yekîtîya nav parlamêntaran bibin ku  12-14 îlonê de li Yêrêvanê tê lidarxistin. Çalakî ji alîyê yekîtîya parlamêntaran û meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê ve hat organîzekirin.

Konferansa salane ya yekîtîya nav parlamêntaran platformeke cîhanî ya yekta ye ji bo parlamêntarên ciwan yên di bin 45 salîyê de ku bi hev ve girêbidin, ezmûnan parve bikin û piştgirîyê bidin hev.

Îsal “Xwegirtina ji nifşên winda, berdewamkirina perwerde û kar di her şert û mercî de” balê dikişîne ser çareserîyan ji bo mîsogerkirina gihîştina bênavber ya perwerdehîyê û efirandina kar ji bo ciwanan.

Di vekirina konfêransê de serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê axaftinek bike û paşê seroka yekîtîya nav parlamêntaran Tûlîa Êkson, serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan, sêkrêtarê giştî yê yekîtîya nav parlamêntaran Martîn Çûngongî û serokê forûma parlamêntarên ciwan Dên Kardan. Di merasîma bidawîkirina çalakiyê de wê serokê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan axaftinekê bike.

Konfêransa ku cara yekem  sala 2014 a de hat lidarxistin, bi armanca xurtkirin û vejandina dêmokrasîyê, ji bo hemû nifşan nûnertîya wê bike.

Konfêransa parlamêntarên genc yên yekîtîya navparlemanan beşdarî xebatên rêxistinê dibe ji bo pêşdebirina beşdariya ciwanan di parlemêntoyê de û dabînkirina rola tam ya parlamêntarên ciwan di karê parlamêntoyê de.

Li gorî daneyên herî dawî yên yekîtîya  parlamêntarên di bin 30 salî de tenê  2,86 selefê parlamêntarên li çaralîyê cîhanê pêk tînin, ev yek nîşan dide ku kêmasîyek girîng li gorî nîvê nifûsa cîhanê di heman koma temenî de ye.

Ermenîstan xwedî tecrûbeyeke baş e ji bo tevlîkirina ciwanan di parlamêntoyê de, ku di van salên dawî de bi berdewamî di rêza parlamêntarên bin 30 salî yên yekîtîya parlamêntoyan de pêşengîyê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button