H’emû nûçeSereke

Peykerê xwedawenda Anahîtê li Ermenîstanê ye

Ji  Padişatîya Yekîtîyê  serî û destê Anahîtêyî çepê  xwedawenda ermenî ya zayînî û dayîkê, dayîka zêrîn, anîn Ermenîstanê.

Ji 21 ê îlonê pê ve li mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê “Dayîka Xwedê: di çarçoveya pêşangeha bi navê “Ji Anahîtê heta Meryemê” tê lidarxistin.

Wezîra perwerdê, zanistê, çandê û werzîşê Janna Andrêasyanê da zanîn ku peykerê tûncê xwedawenda Anahît bingehê pêşangehê ye, lê wê çend pêşangeh bên pêşkêşkirin.

Ez hêvî dikim ku ev yek bibe yek ji bûyerên sereke yên jîyana me ya çandî”,-  Janna Andrêasyanê gotîye.

Hukumetê 15 mîlyon û 693 hezar dram ji bo wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û werzîşê ji bo “Xwedayê Dayîkê” veqetand. Ji bo lidarxistina pêşangeha demkî ya “Meryem ji Anahîtê”, û herwiha ji bo popûlerkirina pêşangeha ser û desta parastî ya ji peykerê tûncê ku ji xwedawenda Anahît re hatîye girêdan.

Peykerê xwedawenda Anahîtê wê 6 mehan li Ermenîstanê bê nîşandan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button