Piştî salekê ji êrîşa li dijî Arsaxê
Adirbêcanê piştî 9 meh dorpêçkirina Arsaxê, 19 ê îlonê dest bi êrîşeke berfireh kir û ew wek “opêrasîyona dijî têrorîst” bi nav kir. Berîya êrîşê, alîyê Adirbêcanê li ser xebatên danîna mayînan û sabotajê peyameke derew belav kir.
Nava encama êrîşa leşkerî ya Adirbêcanê de zêdetirî 200 kes mirin, 181 ji wan leşker bûn, 15 kes jî winda ne. Li gorî daneyên fermî 23 ermenî di girtîgehên Adirbêcanê de nin.Nav wan de serokên Arîsaxê jî hene.
19 ê îlonê, artêşa parastina Arsaxê ragîhand ku derdora seheta 11:10 a hêzên çekdar yên Adirbêcanê bi howanan agirbesta herêma Askêranê ya girêdayî Komara Arsaxê binpê kir.
Ji seheta 13:00 a wezîreta parastinê berîya niha bi binpêkirina agirbestê ya li xeta têkilîyê re ragîhandibû. Her wiha topên rokêtan hatin bikaranîn.
Seheta 13:40 li Stêpanakêrtê hişyarîya hewayî hat ragîhandin. Navenda ragîhandinê ya Arsaxê daxuyanîyek da û dîyar kir ku Adirbêcanê êrîşeke berfireh li dijî Komara Arsaxê pêk anîye, topxane û balafirên keşfê tên bikaranîn.
Şerê li xeta têkilîyê 20 ê îlonê danê sibehê dewam kir.
Rayedarên Qerebaxê pêşnîyara fermandarîya mîsyona aştîparêz ya Rûsîyayê ya têkildarî rawestandina agir qebûl kirin û seheta derdora 15:00 a de agir li Arsaxê rawestîya.
Îlona sala 2023 a de, êrîşa leşkerî ya Adirbêcanê li dijî Arsaxê, hebûna bi ewle ya gelê ermenî li tevahîya axa Komara Arsaxê ne mûmkûn kir.Sibeha 25 ê îlonê de, navenda artêşê ragîhand ku ji seheta 14:00 a û pê ve, ji bo hemû welatîyên ku dixwazin ji rihayê derbazî Ermenîstanê bikin, wê derfet bê dayîn sotemenîya bêpere ji wan re bê dayîn. Di nava rojê de hat zanîn ku ji bo sotemenîyê bigirin li nêzîkî bênzînxaneyên welatîyan qerebalixî ya mezin çêbûye.
Seheta 19:00 a roja 25 ê îlona sala 2023 ê , kanalên telegramê yên ji Arsaxê ragîhandin, ku teqîneke bihêz li devera ser rêya Stêpanakert-Askêranê, di depoya bênzînê de, ku ji wir bênzîn raberî welatîyên ku dixwestin ji Arsaxê ber bi Ermenîstanê ve biçin, rû daye.
Parêzvanê mafên mirovan yê artişê Gêxam Stêpanyan got ku derfetên tenduristîyê yên li Xurmatûyê têra rizgarkirina jîyana mirovan nakin. Ji bo ku mirov jîyana xwe ji dest bidin, hewce bû ku firokeyên tenduristîyê bi lezgînî li Stêpanakertê dakevin.
Sibeha roja 26 ê îlonê, wezîreta tenduristîyê ya Ermenîstanê ragîhand ku tîmeke bijîşkan bi helîkopteran bi derman û pêdivîyên tenduristîyê yên pêwîst ber bi Stêpanakertê ve çûne.
Di encama êrişa Adirbêcanê de zêdetirî 115 hezar ermenî cîguhastî Ermenîstanê kirin.