H’emû nûçeSereke

Ji bo Îranê jî kontrola Rûsîyayê ya li ser rêya Ermenîstanê nayê qebûlkirin: analîstê îranî

Ji bo Îranê jî kontrola Rûsîyayê ya li ser rêya ku di Syûnîkê re derbaz dibe nayê qebûlkirin, divê tenê ji alîyê Ermenîstanê ve bê kontrolkirin, ji ber ku ew axa Ermenîstanê ye.

Şirovekarê îranî Pûya Hosêynî di axaftina xwe ya bi nûçegihanê News.am ê re  gotîye.

 “Derbarê daxuyanîyên Lavrov yên der barê korîdora di ser axa Ermenîstanê re, ji Îranê daxuyanîyên tûnd hatin dayîn. Piştî wê Moskva û Têhranê hewl dan ku îdîa bikin ku hin peyman hene. “Têhran helwêsta xwe derbarê mijarên ewlekarî de ji kesî re nahêle”,-ewî tekez kir.

Pispor destnîşan kir ku kontrolkirina rê ji alîyê kompanîyayên taybet ve jî ji bo Têhranê nayê qebûlkirin, ji ber ku ne dîyar e kîjan welat li pişt van kompanîyan in û metirsîya komkirina daneyên îstixbaratî heye.

“Îranê ne tenê daxuyanî li ser masê, amûrên din jî hene, di nav wan de bijardeya leşkerî ya parastina berjewendîyên xwe û piştgirîya Ermenîstanê.

Di warê ewlehîyê de berjewendîyên Îranê û Ermenîstanê yên hevpar hene, alî dikarin rahênanan li dar bixin û belgeyan îmze bikin ku Îran bikaribe di dema êrîşkirina ser sînorên Ermenîstanê de tedbîrên qanûnî bigire.

Di heman demê de, Têhran pêşwazîyê li rakirina blokên peywendîyan di çarçoveya prînsîpa yekparçeyîya axê de dike. Îran bi Ermenîstaneke bihêz re eleqedar e û heta amade ye piştgirîya leşkerî-têknîkî jî bike. Ev yek wê bibe sedem ku Ermenîstan karibe xwe biparêze, ev jî wê metirsîyên ku Îran bikeve nava şerekî mezin yê herêmî kêm bike.

Di heman demê de, Îran bi gefên çekên Îsrayêlî yên ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatine bidestxistin agahdar e û ji bo her sênaryoyekê amade ye.Wana li Têhranê ragihand ku her welatek ku ji bo Îranê bibe metirsî, wê bibe armanca hêzên çekdar yên wî welatî”,-Pûya Hosêynî daye kifşê.

Îran û Îsrayêl di şerekî hevbendî de ne û Îsrayêl êrîşeke têrorîstî pêk anî û xwest di çend xulekan de 5 hezar kes li Libnanê bikuje.

“Îsrayêl bi binpêkirina hemû têlên sor ti çareyek din ji Îran û hêzên piştevan re nehişt. Îranê bertya niha ragîhandibû ku êrîşa li dijî balyozê Îranê bê bersiv namîne. Her weha divê bê guheztin ku ji bo kuştina serokê polîtbyûroya Hamasê ti tolhildanek nehatîye kirin. Bersiv wê di demeke nedîyar û li cîhek nedîyar de bê”,- ewî gotîye.

Pispor di wê bawerîyê de ye ku Îsrayêl ji têkbirina rewşa herêmê sûdê werdigire, Îsrayêl sûdê jê werdigire ku Îran, piştre Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û piştre jî tevahîya herêmê dikişîne nava şer.

“Li gorî vê yekê Îran gavên xwe hesab dike û nakeve xefika Îsrayêlê.

Di nirxandina wî de, rêveberiya Baydên ji bo Îranê jî, ji bo Ermenîstanê jî sûdmend e.

Pûya Hoseynî helwesta Tramp ya li hember Îranê bi bîr xist. Gênêral Qasim Sulêymanî di dema serokatîya wî de hat kuştin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button