H’emû nûçeSereke

Lêpirsîna doza Robêrt Koçaryan û yên din wê ji sifir dest pê bibe: dozger

Lêpirsîna dosyeya serokkomarê duyem yê Ermenîstanê Robêrt Koçaryan û yên din wê ji sifirê dest pê bike.

Li gorî “Armênprêss”ê, dozger Hayk Hovhannîsyan di brîfîngekê de li gel rojnamevanan gotîye.

“Lêpirsîna dozê li gorî rêgeza ku ji 1 ê tîrmeha sala 2022 a pê ve derbaz dibe, ango li gorî zagona nû ya dadrêsî ya ceza tê meşandin. Zagona dadwerîya cezayê ya nû ji bo danişînên seretayî prosêdûrên zelal peyda dike, ku rêzek wan heye, îhtîmala guhertina wê rêzê hema bêje ji holê rakiriîe. Bi rêveçûna wê prosêdûrê, di qonaxa peywendîdar de, bi awayekî xwezayî, em ê biryarek têkildar pêşkêşî dadgehê bikin. Heya niha nehatîye şandin”.

Hovhannîsyan amaje bi wê yekê nekiriye ku wê kîjan made bê guhertin.

Di 12 ê îlonê de dadgeha bilind ya dijî gendelîyê biryara sala 2021 ê ya dadwer Anna Danîbêkyan ya betalkirina doza serokê duyemîn yê Komara Ermenîstanê Robêrt Koçaryan, sêkrêtarê giştî yê berê yê Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv Yûrî Xaçatûrov, wezîrê parastinê yê berê Sêyran Ohanyan betal kiribû û cîgirê serokwezîrê berê Armên Gevorgyan û dosya ji bo dadgeheke nû hat şandin. Berê dadgeha destûra bingehîn beşa 3 ya xala 309. 1 a qanûna cezayê ya Komara Ermenîstanê (di maddeyê de sînorên guherandin û temamkirina dozê dîyar dike) li gorî destûra bingehîn qebûl kiribû. Vê biryarê hişt ku dozgerî tawanên li dijî Robêrt Koçaryan û yên din ji nû ve binirxîne û lêpirsîneke nû bide destpêkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button