H’emû nûçeSereke

Bona qewînbûna li herêmê mafê paşdahatina qerebaxyaye li malên xwe gelekî girînge:Harîs

Bona qewînbûna li herêmê û dasekinandina qedirê cimeta ermenî mafê paşdahatina qerebaxyaye li malên xwe gelekî girînge. Derbarê vê yekêda cîgira serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Kamala Harîsê gotîye.Bi wê peyamê ew berbirî civaka ermenî-amêrîkî bûye.

“Ez we silav dikim, dema ku hûn roja serbixwetîya Ermenîstanê didine kifşê.

Dema ku hûn vê rojê didine kifşê,em gerekê usa jî derheqa komkujîya ermenîda bîr nekin, dema ku mîlyon nîvek ermenî bi destê zorê hatine derxistinê û kuştinê.

Eva trajêdîye, ya ku heyîna cimeta ermenî dide berdewamkirinê.Ez piştgira wê yekême ku di navbera Ermenîstanê û cînarên wêda bighîjine aşîtîyê, ya li ser bingeha qedirgirtina serbixwetîyê û yekîtîya axê.

Bona qewînbûna li herêmê û dasekinandina qedirê cimeta ermenî mafê paşdahatina qerebaxyaye li malên xwe gelekî girînge.

Ezê piştgirîya Ermenîstanê bikim, bona ku dêmokrasî û qewînbûn li herêmê îzbatbin.

Dîroka Ermenîstanê û cimeta ermenî dewlemende, ya ku ruhdar dike ku berbi azadîyê û heqîtîyê bicedînin. Ez hindava kûrkirina pêwandîyên di navbera cimetên meda aminim.Em bi hevra dikarin dinîya heq û azad çêkin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button