H’emû nûçeSereke

Çar sal berê, 27 ê îlonê  Adirbêcanê êrîşî ser Arsaxê kir

Adirbêcanê  27 ê îlona sala 2020 î êrîşeke berfireh li ser Qerebaxê pêk anî. Gundên aştîyane, paytext Stêpanakêrt hatin topbarankirin. Li Ermenîstanê û Arsaxê qanûnên leşkerî û seferberîya leşkerî hatin ragîhandin.

Opêrasîyonên şer li ser dirêjahîya xeta arsaxîya-azêrîya û herwiha li hin deverên xeta navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê pêk hatin.

Şer 44 rojan berdewam kir. Hewldan hatin kirin ku agirbest pêk were, lê lihevkirin pêk nehat, alîyê Adirbêcanê êrîşên xwe berdewam kir.

9 ê mijdarê hatibû ragîhandin ku serokên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê li ser agirbestê daxuyanîyeke sê alî ya ji 9 xalan pêk tê îmze kirine.

7 navçeyên Arsaxê, Şûşîyê û Hedrûdê ketin bin kontrola Adirbêcanê.

Ji bo şopandina pabendbûna peymanên li ser rawestandina şer, nuqteyên çavdêrîyê yên hêzên aşîtîyê yên rûsî li ser sînorê Arsaxê û Adirbêcanê û her wiha li ser korîdora Laçînê ya ku Ermenîstanê û Arsaxê girêdide, hatine bicîh kirin.

Sê sal piştî şerê 44 rojî, 19 ê îlonê, Adirbêcanê di bin navê “opêrasîyonên antîtêrorê” de êrîşekê din li ser Qerebaxê pêk anî. Di encama opêrasîyonên leşkerî de 214 leşker û 21 sîvîl mirin. Êrîşên ku piştî dorpêçkirina 10 mehan dest pê kir, nekarî gelê ermenî li tevahîya axa Komara Arsaxê bi ewle bijî.

Gelê Arsaxê ku di 4 şeran re derbaz bûn neçar man ku malên xwe biterikînin û zêdetirî 100 hezar kes rêya koçberîyê ber bi Ermenîstanê ve girtin. Arsax ji niştecîh bû. Di wan rojan de Adirbêcanê serkirdayetîya leşkerî-sîyasî ya Arsaxê girt.

Di şerê 44 rojan de hejmara kuştîyên ermenîyan 3830 e.

Li gorî daneyên fermî, niha li Bekûyê 55 ermenî girtî ne, ku ji wan 6 sîvîl, 41 dîl û 8 kes ji payebilindên berê yên sîyasî û leşkerî hene. Salên 2020-2023 a di encama şerên Arsaxê de 300 kes winda ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button