H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokê Îranê wê nava rojên nêzîkda bê Ermenîstanê: Pêzêşkîan

Cîgirê serokê Îranê wê nava rojên nêzîkda bê Ermenîstanê.Derbarê wê yekêda serokê Îranê Mesûd Pêzêşkîan bi xwe gotîye.

“Van roja ez û wezîrê karên der li Nyû Yorkê rastî nevsên dinîyayêye fermî û herêmê tên.Wezîrê êkonomîkayê hevraxeberdana li Ûzbêkîstanê, tevî wekîlên welatên Asîyayê pêk tîne. Nava rojên nêzîkda, cîgirê min wê li Pakîstanê û Ermenîstanê biqeside. Em hêvîdarin,wekî ew hemû şêwir wê alî bikin ku meriv diha baş bijîn.Hukumata 14 a hewil dide ku tevî dinîyayê dîplomasîya sîyasî û êkonomîkî mîyaserke, ji rojavayê hetanî rojhilatê, ji Nyû Yorkê hetanî Samarqandê.Emê  li ser bingeha berjewandîyên miletîyê tevî Rojhilatê û Rojavayê hevkarîyê bikin”,-serokê Îranê mîkrobloga X ê da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button