H’emû nûçeSereke

Dadgeha bilind ya Ermenîstanê biryarek da: rêziknameya komîsyonên xêzkirinê destûrî ye

Rêziknameya komîsyona dewletê ya ji bo veqetandina sînorên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de li gorî destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê ye. Dadgeha destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê berîya niha bi çendekê ev biryar weşandibû.

Berîya niha me ragîhandibû ku  5 ê îlonê we hukumeta Ermenîstanê erêkirina rêziknameya komîsîyonên dîyarkirina sînorên Ermenîstan û Adirbêcanê pejirandibû û pişt re ev mijar sewqî dadgeha destûra bingehîn hatibû kirin.

“Di sala 2024 de berpirsîyarên ku di rêziknameya “Li ser xebatên hevbeş yên komîsyona nîşankirin û ewlehîya sînor ya sînorê dewletê ya di navbera Komara Ermenîstan û Komara Adirbêcanê de û komîsyona dewletê ya nîşandana sînorê dewletê ya di navbera Komara Ermenîstanê û Adirbêcanê de” hatine destnîşankirin. Di biryarê de tê gotin ku Komara Ermenîstanê” ku di 30 ê tebaxê de hatîye îmzekirin, li gorî destûra bingehîn in.

Biryar dawîn e û ji dema weşandinê ve dikeve merîyetê. Di maweya ku bi qanûnê hatîye dîyarkirin de dê li ser malpera fermî ya dadgeha destûra bingehîn bê weşandin.

Em bîr bînin ku rêzikname 7 made hene, ew bi gelemperî daneyên têknîkî yên bi pêvajoyê ve girêdayî ne, formûlasîyonên gelemperî ne.Yêrêvan û Bekûyê li ser esasê danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê li hev kirin ku veqetandina sînoran pêk bînin, lê ev peyman ne dawî ye. Di rêziknameyê de tê gotin ku dibe ku piştre piştî qebûlkirina peymana aşîtîyê pêvajo li gorî prînsîpên din bimeşe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button