
Droneke Tirkîyayê otomobîlek li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombebaran kirîye û di encamê de 2 kes birîndar bûne.
Rewangeha sûrî ya mafên mirovan belav kir, şeva borî droneke Tirkîyayê otomobîlek li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombebaran kirîye. Di encamê de berpirseke rêveberîya xweser û ajokarê wê birîndar bûne.
Li gorî zanayarîyên rewangehê, Tirkîyayê ji destpêka îsal ve 97 êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên rêveberîya xweser kirine û di encamê de 33 kes hatine kuştin û nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûne.







