
Rêveberê encûmena bazirganîya rûsî-îraqî eşkere kirîye, wana pêşketinek di warê ênêrjîyê de li Herêma Kurdistanê bi dest anîye, herwiha wê hemû kêşeyên li pêşîya karsazên rûs û Kurdistanê çareser bikin.
Rêveberê encûmena bazirganîya rûsî-îraqî Maksîm Malarçûk ji K24 ê re ragîhandîye, Rûsîya veberhênaneke mezin di sêktora ênêrjîyê ya Herêma Kurdistanê de dike.
Malarçûk gotîye: “Em hatine Herêma Kurdistanê da ku peywendîyên raste-rast di navbera Herêma Kurdistanê û karsazên rûsî de deynin”.
Amaje bi wê jî kirîye: “Divê ew astengîyên li pêşiya peywendîyên bazirganî yên di navbera Rûsyayê û Herêma Kurdistanê de çareser bikin”.
Malarçûk da zanîn, 2 kompanyayên mezin yên rûsî li Herêma Kurdistanê kar dikin, ew jî Rosnêft û Gazprom in. Herwiha gotîye: “Me pêşketin di warê ênêrjîyê de li Herêma Kurdistanê bidest xistîye. Em li Herêma Kurdistanê ne ji bo kêşeyên ku di warê ênêrjîyê yên di navbera Rûsîyayê û Herêma Kurdistanê de derdikevin, çareser bikin”.







