H’emû nûçeSereke

Komeleya Hiqûqzanên ermenî der barê peymankarê leşkerî yê têkildarî  Êrdogan de gilî kir

Komeleya Hiqûqzanên ermenî di çarçoveya bernameya mûeyîdeyên cîhanî yên Magnîtskî de li dijî şîrketa şêwirmendiya SADAT ê gilî kir. Eva dawîn rêxistineke peymankarê leşkerî ye, ku tê îdîakirin ku ne tenê bi navê serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan ve, bi binpêkirina mafên mirovan re jî têkildar e.

Di gilînameya ku di 18 ê îlonê de hat kirin de tê îddîakirin ku SADAT çeteyên girêdayî komên têrorîst kom dike û dişîne herêmên bi nakok yên wek Qerebax, Lîbîya û Sûrya. Di gilînameyê de bi taybetî behsa beşdarbûna van çekdaran di dozên binpêkirina mafên mirovan de ku di sala 2020 î de di dema êrîşa Adirbêcanê ya li ser Qerebaxê de pêk hatibûn, tê kirin.

SADAT her wiha bi leşkerkirina zarokan, hevkarîya bi artêş û sazîyên îstîxbarata tirk re, tevlîbûna dewleta tirk di van hemûyan de jî tê sûcdarkirin.

SADAT, yekem fîrmaya şêwirmendîya leşkerî ya herêmî ya Tirkîyayê,  28 ê sibata sala 2012 a de ji alîyê Adnan Tanrîvêrdî, alîkarê berê yê Êrdogan, û 23 leşkerên teqawîtbûyî ve hat damezrandin.

Li gorî belgeyên sereke, wezîfeya SADAT ê ew e ku alema Îslamê di warê hêza leşkerî de têra xwe bike.Orgeneralê teqawît Tanrîvêrdî carekê gotibû ku SADAT li ser daxwaza rayedarên hukumeta Êrdogan hatîye avakirin.

Salên 2016-2020 î di heman demê de şêwirmendê sereke yê serokkomar Êrdogan bû. Li gorî raporê, SADAT ê ji bo şerê Qerebaxa Çîya, çeteyên sûrî kom kirîye. Her du çeteyên sûrî di dawîyê de hatin girtin û li Ermenîstanê hatin darizandin. Her wiha gelek caran fermana binpêkirina mafên mirovan li Qerebaxê hatîye dayîn. El Şxêr ku yek ji wan e, piştrast kir ku ji bo çeteyên Sûrîyayê yên ku ber bi Qerebaxê ve hatine şandin, ji bo her ermenekî kuştî sed dolar ji bilî mûçeyê du hezar dolar hatîye dayîn. Çeteyê her wiha destnîşan kir ku fermana koma wî hatîye dayîn ku hemû şênî û leşkerên gund bikujin, kes sax nehêlin û gund bi temamî şewitandin û biteqînin.

Li gorî belgeyên dadgehê,  11 ê cotmeha sala 2020 î de komên çete derbazî bajarê Hadrûdê bûn, mal şewitandin û sîvîlên ku di nav wan de jinek û kurê wê yê astengdar jî hebûn bi awayekî hovane qetil kirin.

SADAT ket bin çavdêrîya zêde piştî ku Dewletên Yekbûyî ew bi perwerdekirina sûryanîyên ku piştre çûn piştgirîkirina hêzên alîgirê Tirkîyayê li herêmên şer yên mîna Lîbyayê tawanbar kir.

Qanûna raporkirina mafên mirovan ya Global Magnîtskî, ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve  sala 2016 a de hate pejirandin, destûr dide ku li dijî kes û rêxistinên ku ji binpêkirinên mafên mirovan û bertîlê berpirsîyar in, cezayan pêk bînin. Navê wê li ser navê parêzerê rûs Sêrgêy Magnîtskî, yê ku piştî eşkerekirina dozeke mezin ya bertîlê mir, hatîye girtin. Qanûna Magnîtskî hêz dide Dewletên Yekbûyî ku hesabên bankê biqerimîne, tevgera wan qedexe bike û cezayên din bicîh bîne. Armanca protêstokirina komeleya Hiqûqzanên Ermenîstanê ew e ku li ser SADAT û rêveberê wê Alî Kamîl Melîh Tanrîvêrdî ku kurê Adnan Tanrîvêrdî yê meha borî jîyana xwe ji dest da, mueyîdeyan bisepîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button