Top îdî zûva deşta Adirbêcanêdane:Alên Sîmonyan

Heger xwestina sîyasî hebe, roja îroyîn pirsgirêk tunene ku xalên hevraqayîlkirî bêne morkirinê.Derbarê wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.
“Heger meremên Adirbêcanêye hindava axê tunene, heger Adirbêcan bi rastî aşîtîya li herêmê dixweze, top zûva deşta Adirbêcanêdane û em hîvîya bersiva Adirbêcanê û Bekûya fermîne ku peymana aşîtîyê li ser kîjan platformê morkin û li kîderê ew bona gotûbêjkirinê pêşnîyar dikin”,- Alên Sîmonyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî hevkarên navneteweyîye cuda-cuda platformên cuda pêşnîyar dikin. “Ev jî eşaretîye,wekî civaka navneteweyî hîvîyêye û wextê civîna organîzeya Netewên Yekbûyîye li Bekûyê wê derheqa peymanê, dîlên leşkerîda xeberdin, yan na. Ez dixwezim fem bikim wekî bona Adirbêcanê ew yek hewaskare, yan na?”,- ewî gotîye.







