
Balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji bo destpêkirina geştên asmanî li benda biryara desteya balafirvanîyê ya Îraqê ye.
Birêveberê balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji malpera K24 ê re ragehand: “Li seheta 12:00 ê şeva borî asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê li ber geştên asmanî hat vekirin, lê hêşta hêlên veguhastinê nehatine çalakkirin”.
Ehmed Hoşyar amaje jî da: “Niha balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê hatîye vekirin, lê em ji bo destpêkirina geştên asmanî yên hatin û çûyînê li balafirxaneya xwe li benda biryara desteya balafirvanîyê ya Îraqê ne. Ez li wê bawerê me ku li van nêzîkan geşt wê bên destpêkirin”.
Navbirî ron jî kirîye: “Ji ber daxistina asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê, hejmareke zêde ya geştên asmanî yên balafirxaneyê hatine hilweşandin, lê niha wekî amar hejmara geştên hilweşandî li ber destê me nîne”.
Geştên asmanî yên balafrixaneyên Îraq û Herêma Kurdistanê li nêzîkî seqeta 08:00 a ji ber êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Îsrayêlê hatin rawestandin.
Şevêdî piştî bidawîhatina êrîşa moşekî ya Îranê, wezîrê veguhastinê yê Îraqê Rezaq Sadawî di ragehandinekê de destpêkirina geştên asmanî li balafirxaneyên Îraqê ragîhand.







