
Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 7 ê cotmehê li kernevaleke cemawerî ji bo piştevanî û serxistina lîsta 190 ê ya PDK ê li bajarê Zaxoyê di gotarekê de ragîhandîye: “Em daxwaza aşîtî û pêkvejîyanê dikin”.
Cîgirê serokê PDK ê gotye: “Piştî du hefteyên din, em ber bi hilbijartineke çarenivîsaz diçin ku dê pêşeroja welatê me dîyar bike. Lema divê em bi hev re biçin ser sindoqan, ji bo serxistina lîsteya 190 ya Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK).
Mesrûr Barzanî gotîye: PDK hewl daye Kurdistanê biser bikeve û mafên gelê Kurdistanê bidest bîne. Lê nehezên PDK ê jî hewl dan ku PDK bikin armanca xwe û PDK wê bi ser nekeve, pêştirî jî bi awayekî ji awayan dijayetîya PDK ê dikirin û plan datanîn dikirin, niha jî planan datînin, lê bi piştevanîya Xwedê em ê di 20 ê cotmehê de van planan pûç bikin û PDK her dê bibe yekemîn”.
Tekezî li ser wê yekê kir jî: “PDK daxwaza aramîyê dike, ji ber ku PDK di wê bawerîyê de ye ku gelê me hêjayî jîyaneke aram û aştîyane ye. Em daxwaza lihevhatinê dikin û bi hev re bijîn, ji ber ku li welatê me çendî aşîtî û lihevhatin zêdetir bibe, PDK dê ewqas bipêş bikeve”.
Herwiha gotîye: li her cîhê ku PDK lê be, cîhê destê wê dîyar e û avedanî û pêşketin lê ye. PDK daxwaza pêkvejiyana bi hemû netewe, ol û alîyên sîyasî yên cuda re dike. Em di wê bawerîyê de ne ku bi hev re welatê me dê xweştir û bihêztir bibe, gelê me wê bibe xwedîyê paşerojeke geştir.
Mesrûr Barzanî gotîye: PDK diruşma berxwedanê hilgirtîye, ji ber ku li hember hemû komplo û êrîşên li ser Kurdistanê li ber xwe daye, PDK xwedî gelek dastan, bi hezaran şehîd, pêşmergeyên qehreman û cemawerekî qehreman e.
Cîgirê serokê PDK ê gotîye: “Gelek hewl ji bo têkbirin û lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê ya bi xwîna şehîdan, têkoşîna pêşmerge û keda gel hatîye avakirin, hatine kirin. Gelek alîyan îro diruşmeyan bilind dikin û daxwaza dengê gelê Kurdistanê dikin, duh û pêr hewl didan destên xwe bi destên bîyanîyan tevlihev bikin, da ku mafên gelê Kurdistanê radestî Bexdayê bike û gelê Kurdistanê rastî şikestinê bê, lê PDK ê rê neda. Niha jê bi awayekî din bi gel re diaxivin, lê gel hişyar e û dizane rabirdûya her kesî çi ye û dengê xwe dide kê”.
Herwiha gotîye: “Peyama me ji bo hemû alîyên ku hewl dan PDK ê bişkînin û ji hemû kesên ku xewna şikandina PDK ê dîtine re ew e: yên ku hewl dan PDK ê bişkînin, têk çûn. Fêr bibin, ji dîrokê hîn bibin, PDK naşkê”.
Mesrûr Barzanî gotîye: “Eger li siloganên alîyên din binêrin, dirûşmên wan cîhê bê hêvîyê ne, ti yek ji wan behsa pêkvejîyanê, aştî, avedanî û pêşketinê nake. Dirûşma wan ev e, em ê dawîyê li wan bînin, em ê wan rawestînin û têk bidin , ew bêhêvîtîyê di nav miletê me de belav dikin. Peyama me ji bo wan: “Hûn nikarin”.
Cîgirê serokê PDK ê got jî: “Tevî ku gelek caran mafê PDK ê hebû ku gelek destkeft ji bo xwe bibe, me hevkarîya partîyên din qebûl kir, ji ber ku em di wê bawerîyê de ne ku em çiqasî bi hev re bin, em dikarin zêdetir xizmeta gelê xwe bikin. Ji ber ku PDK xwe xwedîyê vê qewareyê dizane, PDK xwe parçeyek ji vî gelî dibîne, hêvîya me ew e ku ew rojekê vegerin enîya welatparêzî û dostanîya bi PDK ê re”.







