SerekeSîyasî

5 sal di ser dagirkirina Serê Kanîyê û Girê Sipî re derbas dibin

5 sal di ser dagirkirina Serê Kanîyê û Girê Sipî ji alîyê artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdar yên opozîsîyona Sûrîyayê ve derbas dibin, ji wê dem ve jî binpêkirinên mafên mirovan, revandina welatîyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê wan bajaran berdewam e.

9 ê cotmeha sala  2019 a artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdar yên opozîsîyona Sûrîyayê, dest bi êrîşa li ser bajarên Serê Kanîyê û Girê Spî û yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dagir kirin. Di şerê herdu bajaran de, 68 sîvîl hatin kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî koçber bûn.

Rêxistina Tazûr raporeke nû derbarê binpêkirinên komên çekdarên sûrî li Serê Kanîyê û Girê Sipî belav kir û tê de dîyar kir ku ji destpêka dagirkirina herdu bajaran ve:

 – 808 haletên girtinê hebûn, çarenivîsa 294 kesan ji wan ne dîyar e.

– 696 kes hatine eşkencekirin, ji wan 7 di bin eşkenceyan de canê xwe ji dest dane.

– 121 girtî ji bo Tirkîyayê hatin veguhestin. 62 hatine li derveyî Sûrîyayê hatine dadgehkirin.

– Guhartina dêmografîya herdu bajaran berdewam e ku niha hejmara kurdan li Serê Kanîyê ji 70 hezar kesî, daketîye ku tenê 42 kurd lê mane. Herwiha hejmara xiristîyana, ermenîya, ezidiyan jî li wan herdu bajaran  jî kêm bûye.

– 3400 malbatên erebên ji navçeyên din yên Sûrîyayê li herdu bajaran hatine bicihkirin

– 120 malbatên DAÎŞ ê li herdu bajaran hatine bicîhkirin

– 52 gund hatine valakirin

– Komên çekdaran li ser dirêjahîya 5 salan, dest danîn ser 6200 mal, 1200 dikan û mîlyonek donim zevîyên welatîyên koçber.

Rewşa ewlehîyê jî di van 5 salan de di xirabtirîn ast de ye ku 81 teqîn li Serê Kanîyê û Girê Sipî çêbûne, di encama wan de, 147 sîvîl hatin kuştin û 320 kes jî birîndar bûne. Herweha 71 caran şer û pevçûyînên navxweyî di navbera komên çekdar de çêbûne û sîvîl bûne qurbanî.

Pêştir jî netewên yekgirtî di raporên xwe de behsa binpêkirinên komên çekdaran li Serê Kanîyê û Girê Sipî kir û daxwaza rawestandina wan tawan û binpêkirinên mirovî kir, herwiha sîzadana alîyên berpirs kirîye, lê bangewazîyên wê bê encam mane û tu guhdanek pê nehatîye kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button