Freedom House delîlên paqijiya êtnîkî ya li Qerebaxê raber kirîye

Konferansa ku di 8 ê cotmehê li Varşavayê hat lidarxistin, Freedom House piştî ku wezîfeya lêgerîna heqîqetê temam kir, delîlên paqijkirina êtnîkî ya li Qerebaxê raber kirîye.
Li gorî raporê, koçkirina bi destê zorê ya ermeniyên herêmê, encama kiryarên bi zanebûn û hevrêz yên hukumeta Adirbêcanê ye.
Freedom House bala Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û dewletên din yên beşdarî konferansê bûne kişand ser wê yekê ku ermeniyên Qerebaxê bi salan rastî êrîş, heqaret, bêparkirina ji mafên bingehîn yên mirovî û di dawîyê de jî bi destê zorê hatine koçberkirin.
Ew pêvajo gav bi gav û bi berdewamî ji aliyê Adirbêcanê ve li ser asta dewletê hate cîbicîkirin, di encamê de şert û mercên jiyanê ji bo ermeniyên êtnîkî yên Qerebaxa Çiya hatin efirandin ku nekarîn li Qerebaxê bijîn.
Freedom House hevpeyvîn bi sedan şahidan re kiriye û lêkolînên din jî kiriye, ku tenê yek tiştî îsbat dike, ku Adirbêcan di asta dewletê de polîtîkaya rizgarkirina Qerebaxê ji niştecihên xwe yên etnîkî ermenî, meşand.
Eşkere ye ku opêrasîyonên kêmkirina gelan jî di asta dewletê de hedef hatine girtin û organîzekirin û meşandin.
Hukumeta Adirbêcanê her çend caran ji aliyê sazî û pêkhateyên navneteweyî yên cure-cure ve hatiye rexnekirin û şermezarkirin, siyaseta xwe ya kêmkirina xelkê berdewam kiriye.
Li ser bingeha lêkolîna bûyerên binpêkirina mafên mirovan, berhevkirina rastiyan, Freedom House gihîştiye wê encamê ku hemû zemîn hene ku siyaseta ku Adirbêcanê li himber gelê ermenî yên Qerebaxa Çiya dimeşîne wek paqijkirina êtnîkî binav bike. Di raporê de tê gotin ku tundûtûjiya li ser asta dewletê li Adirbêcanê têra mehkûmkirin û cezakirin nehatiye kirin.
Freedom House bang li welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dike ku:
.Ji bo vekolîna binpêkirinên ku Adirbêcan li dijî nifûsa ermenî ya li Qerebaxa Çiya kirine gava bavêjin
.Ji bo encumena mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî parêzvaniyê dike ku saziyek ku bi binpêkirinên mafên mirovan li Adirbêcanê re mijûl dibe, lêkolînê li ser hemî binpêkirinên berdewam bike û wan ji saziyên cûre-cûre yên Neteweyên Yekbûyî re ragihîne
.Piştgiriya gavên ku wê di asta navneteweyî de bên avêtin, ku wê tundî û sûcên ku li dijî ermeniyên etnîkî yên Qerebaxê hatine kirin şermezar bikin
.Daxwaz ji hukumeta Adirbecanê dikin ku rêyeke ewle bo Qerebaxa Çiya ji bo wan ermeniyên ku dixwazin biçin malên xwe û tiştên xwe kom bikin, peyda bike, herwiha mafê ermeniyan bide ku di bin çavdêrên navneteweyî de vegerin Qerebaxê
.Ji bo rêkxistinên çavdêriyê yên navneteweyî ji bo lêkolînkirina rewşa abîdeyên çandî yên Qerebaxa Çiya û herêmên pê re
.Xwe ji îfadeyên ku şîdeta li dijî ermeniyan teşwîq dikin dûr bixin
Herwiha bang li Azerbaycanê hat kirin ku ji bo komkirina delîl û rastiyên binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Adirbêcanê ve teşwîq û piştgirî bike, da ku hemû binpêkirin bên tomarkirin û analîzkirin.







