SerekeSîyasî

PDK  16 ê cotmehê serokê civata parêzgeha Kerkûkê rûbirûyî dadgehê dike  

Her du endamên Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê li civata parêzgeha Kerkûkê skalayê li dijî serokê wê civatê tomar dikin. Sedema tomarkirina wê skalayê jî peywendîya civîna hotêla Reşîdê ya Bexdayê ye, ku tê de bê haydarkirina wan parêzger û cîgirê wî hatibûn hilbijartin.

Endamên Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê li civata parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd Reşîd û Şoxan Hesîb Hisên, bi rêya parêzerê destûrdayî yê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Mihemed Fatih Mistefa, skala li dijî serokê civata parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz tomar kir. Li dû zanyarên K24 ê, biryar e li roja çarşemê, 16 ê cotmeha sala 2024 a, bên darizandin.

Li dû naveroka wê skalayê, sedema wê skalayê ji bo wê yekê vedigere ku, serokê civata parêzgeha Kerkûkê bê haydarkirina wan wekî endamên civatê hatibû hilbijartin, bê çi bihaneyek civîna xwe li hotêla Reşîdê li Bexdayê kiribû û paştir parêzger û cîgirê wî bi awayekî neqanûnî û dûrî hêza firaksîyona PDK ê li wê civatê hatibûn hilbijartin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button