Wezîrê Îranêyî karên der wê li Tirkîyayê beşdarî civîna herêmî, ya “3+3” bibe

Wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî wê li Tirkîyayê beşdarî civîna herêmî, ya “3+3” bibe. Derheqa wê yekêda rojnama tirkîye “Sabah” ê li ser bingeha gotinên baylozê Îranêyî li Tirkîyayê nivîsîye.
Bayloz gotîye wekî civîna sêem, ya platforma “3+3”, ya bona gihîştina aşîtîya li herêmê, ji alîyê Tirkîyayê, Îranê, Rûsîyayê, Adirbêcanê, Ermenîstanê û Gurcistanêda hatîye teşkîlkirinê, kîjanê li Tirkîyayê pêk bê û wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî jî wê beşdarî wê civînêbe”,- rojnamê nivîsîye.
“Platforma “3+3” hevkarîya berfireh, ya di navbera Rûsîyayê, Tirkîyayê, Îranê, Adirbêcanê, Ermenîstanê û Gurcistanêda têra dibîne. Gurcistan çend cara hatîye vexwendinê, lê hetanî niha beşdarî xebata civînê nebûye. Civîna platformêye ewlin kanûna sala 2021 ê li Moskvayê pêk hatîye.







