Wê kî çavdêrîya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bike?

Zêdetirî 12 hezar çavdêrên partîyên sîyasî û rêxistinên navxwe û navneteweyî wê çavdêrîya pêvojoya hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê bikin.
Komîsîyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê hejmara dawî ya nûnerên partî, rêxistin û konsûlxaneyên sîyasî yên ku wê çavdêrîya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin eşkere kir.
Serokê komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê Hakim Ûmer Ehmed gotîye:
“Komîsîyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan amade ye û dawetname ji hemû rêxistin û konsûlxaneyan re şandîye ku bên çavdêrîya hilbijartinan bikin”.
Li gorî amarên ku komîsîyonê belav kirine 13 konsûlxane, 17 rêxistin wê bi hezar û 372 çavdêr û 18 ajansên rojnamegerîyê yên navneteweyî tevî 75 rojnamegeran wê li navendên dengdanê hilbijartinan bişopînin.
Biryar e hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê 20 ê çiriya pêşin bê kirin.







